Îlon 27, 2021 22:20 Asia/Tehran
  • Xwepêşandanên dijî siyonîstî li Kerbelayê

Ziyaretkirên Erbeîna Huseynî xwepêşandanek li dar xistin û konferansa Hewlêrê û hewldanên ji bo asayîkirina pêwendiyan bi rejîma dagîrkerê Qudsê re şermezar kirin.

Li gorî rapora roja duşemiyê ya Al-Ahd TVyê, hejmarek zêde ji kesên li Kerbelayê li kêleka  merasma Erbeîna şehadeta Îmam Husên (S), dijberiya xwe ya tund ji asayîkirina pêwendiyên bi Rejîma Siyonîst re raber kirin û li dijî Rejîma Siyonîst, Amerîkayê û xayînan slogan avêtin.

Muhemed El-Tebatebaî, cîgirê sekreterê giştî yê Tevgera Asaîb Ehlî Heq li Iraqê di vê xwepêşandanê de got: "Ev konferans hewleke ji bo dayîna giyaneke dubare  bo laşê Rejîma Siyonîst e, lê Filistîn emanetek e li ser milê hemû mirovên azad û bi rûmet, ji ber vê yekê her normalîzekirina pêwendiyan bi Rejîma Siyonîst bi tundî tê şermezarkirin,"

"Hesen Salim", nûnerê tevgera Fetih, wek yek ji beşdarên xwepêşandanê jî got: "Li darxistina konferansek ji bo asayîkirina pêwendiyan bi Rejîma Îsraîlê re li Hewlêrê, îxaneta li Îslamê û doza Filistîn û Iraqê ye."

Konferansek ji bo asayîkirina pêwendiyên bi Rejîma Siyonîst re roja îniyê li Hewlêrê navenda Herêma Kurdistana Iraqê hat lidarxistin û ev yek bû sedema nerazîbûn û bertekên tund ên kesayetiyên siyasî û olî yên Iraqê.

Piştî konferansê, dadweriya Iraqê fermana girtina beşdaran da.

Serepeyv