Îlon 18, 2021 22:52 Asia/Tehran
  • Cramon: Erkê me çavdêrîkirina hilbijartinan e û em destêwerdanê nakin

Seroka Şandeya Yekîtiya Ewropa bo Çavdêrîkirina Hilbijartina Iraqê Viola von Cramon radigihîne, armanca wan çavdêrîkirina proseya hilbijartinê ye, hebûna wan jî hewlek e ji bo baweriya welatiyan bi hilbijartinan hebe.

Seroka Şandeya Yekîtiya Ewropa bo Çavdêrîkirina Hilbijartina Iraqê Viola von Cramon li Hewlêrê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, “Ev yekemîn şanda Yekîtiya Ewropayê ji bo çavdêrîkirina hilbijartinên Iraqê ye. Em li vir in ji bo baweriya welatiyan bi hilbijartinan zêde bibe.”

HerwihaViola von Cramon: “Em tenê ji bo çavdêrîkirin û nirxandina proseya hilbijartinê li vir in. Şandeya Yekîtiya Ewropa ji bo çavdêrîkirina hilbijartinan, serbixwe û bêalî ye û bi ti awayekî destêwerdanê di hilbijartinan de nake.”

Viola von Cramon di berdewamiyê de jî ragihand: “Karê me ew e, hilbijartin di çarçoveya yasayeke yasayî de birêv biçe û çavdêrîkirina çalakiyên bangeşeya hilbijartinê bi giştî ye.”  

Biryarre hilbijartina pêşwext a  Parlementa Iraqê di roja 10.10.2021ê birêve biçe

Serepeyv