Îlon 14, 2021 09:31 Asia/Tehran
  • Li ber devera Kesk a Bexdayê, Haşdî Şebî civîneke protestoyî li dar xist

Duh duşemê Hêzên Heşdî Şebî li ber herêma kesk a Bexdayê rûberûyî hêzeke emnî bûne.

Êvara duh duşemê hêzên Heşda Şebî ku weke "Heşdî Wezareta Bergiriyê" tên naskirin, ji ber hilweşandina peymana wan, li ber herêma kesk kom bûn û xwepêşandan pêk anîn, piştî hêzên parastina li Bexda hewl dan wê kombûnê belav bikin. Lêbelê endamên Heşdî Şebî bi keviran êrîşî hêzên ewlekariyê kirine.

Medyaya Iraqê belav kiriye bi dehan çekdarên Heşdî Şabî daxwaza dirêjkirina peymana xwe kirine. Lêbelê piştî danûstendinê rûberûyî hevdu bûne.

Ligor kurtevîdyoyan ji ber rûbirûbûna bi keviran ji herdu aliyan 8 kes birîndar bûne.

Serepeyv