Îlon 04, 2021 16:18 Asia/Tehran
  • Li Bexdayê agir bi mala birayê Hadî Amirî ket û 3 biraziyên wî jiyana xwe ji dest dan

3 kur û keçeke biraziyên Serokê Hevpeymaniya Bedir Hadî Amrî li Bexdayê ji ber şewata li mala wan jiyana xwe ji dest dan.

Medyaya Iraqê belav kiriye ku îro roja şemiyê 04.08.2021ê agirek li mala birayê Serokê Hevpeymaniya Bedir Hadî Amrrî ku serokê mezintirîn koma Heşdî Şabî ye derketiye.

Herwiha li gor zanyariyan ji ber wî agirî 2 kur û keçeke birayê Hadî Amrî di nav agir de şewitîn û jiyana xwe ji dest dan û dayik, bavik û xuşkeke wan zarokan jî ji aliyê tîmên hawarçûnê ve hatine rizgarkirin.

Serepeyv