Tebax 18, 2021 21:09 Asia/Tehran
  • Encûmena bilind a dadweriyê hişyarî da namzedên helbijartinê

Encûmana bilind a dadweriya Iraqê hişyarî da namzedên helbijartina pêşwext ên Parlamenta Iraqê, ku biryare helbijartin roja 10.10.2021ê birêve biçe.

Navenda ragehandina encûmena bilind a dadweriya Iraqê bi daxuyaniyekê ragehand: ‘’Nabe namzedên helbijartinê girtiyan û dosyayên wan bikin mijarekî bangeşeya helbijartinê.’’

Encûmena bilind a dadweriya Iraqê ragehand: Nabe sûd ji rewşa girtiyan û merivên wan bê girtin û ji wan re ragehînin ku dikarin dosyayên wan dê zelal paqij bikin û li hember wê jî deng bixwazin.

Herwaha ew bangeşe red kirin ku bi xirabî dadgerî bên hesibandin û ragehand, dadgeh nakeve bin emrê ti telefon û peywendiyeke namzedan.

Encûmena bilind a dadweriya Iraqê got, eger kesekî girtî biryara azad kirina wî derkeve jî tenê dadgeh û yasa dikare wê biryarê bidin û bi dehan namzed nikarin bi givaşa li ser dadgehê ve ti girtiyekî azad bikin.

Encûmena bilind a dadweriyê hişyarî da namzedan, ku eger bangeşeyên wisa berdewam bikin, ‘’wê demê ji bo parastina serxwebûna dadgehê dê tedbîran li dijî wan bigrin.’’

Serepeyv