Karwanekî hilgirê çek û alavên leşkerî yên Amerîkayê li başûrê Iraqê hat jinavbirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i327998-karwanekî_hilgirê_çek_û_alavên_leşkerî_yên_amerîkayê_li_başûrê_iraqê_hat_jinavbirin
Çavkaniyên iraqî qala jinavbirina karwanekî hilgirê çek û alavên leşkerî yên çekdarên terorîst ên Amerîkayê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 01, 2021 15:45 Asia/Tehran
  • Karwanekî hilgirê çek û alavên leşkerî yên Amerîkayê li başûrê Iraqê hat jinavbirin

Çavkaniyên iraqî qala jinavbirina karwanekî hilgirê çek û alavên leşkerî yên çekdarên terorîst ên Amerîkayê kir.

Li gorî rapora kanala Telegramê ya Saberin Newsê, Karwanekî amerîkî yê hilgirê çek û alavên leşkerî pêkhatî ji erebe û kamyonên hilgirê çekan ên leşkerên amerîkî li parêzgeha Dîwaniyeyê ya başûrê Iraqê hat jinavbirin.

Li gorî vê raporê, Ev operasiyon bi awayê ducûre bûye û bi pakêtên teqînê yên EFP'ê pêk hatiye.

Li gorî rapora Saberin Newsê, Ev barê çekan ber bi baregeha leşkerî ya Eyn El-Esed va diçûye.