Ji ber teqîna bombekê li Enbarê Iraqê efserek hat kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i327452-ji_ber_teqîna_bombekê_li_enbarê_iraqê_efserek_hat_kuştin
Li parêzgeha Enbar ya Iraqê bombek bi hêzên Iraqî de teqiya û herî kêm efserek hat kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 05, 2021 14:44 Asia/Tehran
  • Ji ber teqîna bombekê li Enbarê Iraqê efserek hat kuştin

Li parêzgeha Enbar ya Iraqê bombek bi hêzên Iraqî de teqiya û herî kêm efserek hat kuştin.

Medyaya Iraqî ragihandiye, îro li nahiya Kibêse ya bajarokê Hît li parêzgeha Enbarê ya Iraqê bombek bi hêzên Iraqî ve teqiya.

Li gorî agahiyan, di wê teqînê de efserekî artêşa Iraqê hat kuştin û du serbaz jî birîndar bûn.

Tê gotin ku ew bombe ji aliyê koma terorîst a  DAIŞê ve hatiye danîn.