Hezîran 10, 2021 20:47 Asia/Tehran
  • Hêzên ewlehiyê yên Iraqê li Şareban 2 terorîstên DAIŞê hatin girtin

Li qeza Şareban a ser bi parêzgeha Diyalê, du terorîstên ser bi rêxistina terorîst a DAIŞê hatin girtin.

Berdevkê polîsê Diyalê Nîhad Mihemed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro 10.06.2021ê saziya îstixbarata Diyale û hêzên ewlehiyê yên navçê 2 terorîstên DAIŞê li qeza Şareban girtin.’’

Wî herwaha got: ‘’ Li gor madeya 4 a terorê daxwaza girtina wan du terorîste ji aliyê dadgehê ve hatibû kirin.’’

Berdevkê polîsê Diyalê got: ‘’Ew du endamên DAIŞê di heyamên borî de gelek kiryarên terorîstî kirine.’’

Serepeyv