Hezîran 09, 2021 10:47 Asia/Tehran
  • Brîtanya û Iraqê belgenameya hevkariya stratejîk wajo kir

Li dû sefera wezîrê derve yê Brîtanyayê bo Iraqê, belgenameya hevkariya sratejîk navbera du welatan hat wajokirin.

Li gorî rapora IRNAyê, Wezareta derve ya Brîtanyayê ragihand, Domînîk Rab wezîrê derve yê vî welatî roja Sêşemiyêl piştî civîna digel Berhem Salih serokomar.ê Mistefa Kazimî serokwezîr, Muhemed Helbûsî serokparliman û Fuad Husên wezîrê derve yê Iraqê li Bexdayê, belgenameya hevkariya stratejîk wajo kir.

Li gorî ragihandina Wezareta derve ya Brîtanyayê, ev belgename li ser xurtkirina hevkariyên London û Bexdayê nemaze di warê piştgiriya ji hewildanên Iraqê jibo têkoşîan dijî DAIŞê çavdêriyê dike.

 

Serepeyv