Hezîran 06, 2021 09:39 Asia/Tehran
  • Amerîka: Êrişa li ser Mexmûrê tê wateya binpêkirina hiqûqên navneteweyî

Balyoza Amerîkayê ya li NY’yê Lînda Thomas Greenfîeld der barê êrişên li ser Wargeha Penaberên Mexmûrê de got “Ev êriş tê wateya binpêkirina hiqûqên navneteweyî û mirovî. Ji ber van êrişan ez gelekî bi fikar im.”

Balyoza Amerîkayê ya li Neteweyên Yekbûyî (NY)Lînda Thomas Greenfîeld der barê êrişên li ser wargeha penaberan a Mexmûrê de diyar kir ku ev êriş tê wateya binpêkirina hiqûqên navneteweyî û mirovî û got “Ji ber van êrişan ez gelekî bi fikar im.”

Thomas-Greenfîeld li ser hesabê xwe yê tora civakî daxuyand û got “Min ji rayedarên Tirkiyê re bi awayekî eşkere diyar kir ku êrişên li ser sivîlên li kampa penaberan tê wateya binpêkirina hiqûqên navneteweyî û mirovî. Ji ber êrişê îro ez bi fikar im û ez bang dikim ku li hemberî mafên penaberan bi hurmet bin.”

Balafira bê mirov ya dewleta Tirkiyê di saet 13:55’an de carek din Wargeha Penaberan a Mexmûrê kir hedef. Piştî êrişê rûniştiyên wargehê li dijî êrişa dewleta Tirkiyê xwepêşandan li dar xist.

Cihê ku êriş lê pêkhatî ber derê parka wargehê bû, ango nîva wargehê  û derdora parkê dibistanên wargehê hene. Tê payîn Meclisa Wargehê derbarê êrişê de daxuyaniyek belav bike.

Hêjayî gotinê ye serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan beriya çend rojan gefa êrişê li wargehê xwaribû. Hikumeta Herêma Kurdistan û Iraqê hîn derbar vê êrişê ti tişt negotine.

Serepeyv