Ji ber Teqîna li Bexdayê gelek kes hatin kuştin û birîndar bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i325628-ji_ber_teqîna_li_bexdayê_gelek_kes_hatin_kuştin_û_birîndar_bûn
Li paytexta Iraqê teqînek mezin qewimî, gelek kuştî û birîndar hene.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 16, 2021 05:16 Asia/Tehran
  • Ji ber Teqîna li Bexdayê gelek kes hatin kuştin û birîndar bûn

Li paytexta Iraqê teqînek mezin qewimî, gelek kuştî û birîndar hene.

Duh li taxa Sedir ya Bexdayê teqînek mezin qewimî.

Li gorî agahiyan, di wê teqînê de herî kêm 5 kes hatine kuştin û 18 kes jî birîndar bûne.

Tê gotin ku rewşa hinek birîndaran baş nîne, loma tê texmînkirin hejmara kuştiyan zêde bibe.

Hîn nayê zanîn teqîn çawa qewimiye û ji aliyê kê ve hatiye kirin.