Muqteda Sedir gefa êrîşa ser leşkerên hêvpeymaniya amerîkî xwar
Rêberê Tevgera Sedir û Hevpyemaniya Saîrûn Muqteda Sedir roja pêncşemê 08.04.2021ê gefa êrîşê li hevpeymaniya navdewletî xwar ku ew rêkeftina stratejij a ligel Iraqê bin pê bikin.
Muqteda Sedir ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî li ser hesabê xwe yê Twitterê gefa êrîşê li hêzên hevpeymaniya navdewletî ya bi serkêşiya Amerîkayê xwar.
Sedir dibêje ew bi germî pêşwaziyê li rêkeftina stratejîk a Iraqê û hêzên hevpeymaniya navdewletî dike û divê hêzên biyanî yên li Iraqê bimînin ji bo rahênana hêzên Iraqê bi ti awayî destêwerdanê di karûbarên Iraqê de nekin.
Herwiha Muqteda Sedir aşkere kir ku hêzên şerker ê hevpeymaniya navdewletî demildest ji Iraqê derkevin û Iraqê ji bo êrîşkirina welatên cîranê Iraqê bikarneînin. Sedir di berdewamiyê de jî got: ew hêzên li Iraqê bimînin divê ne weke hêzên dagirker belkî tenê weke hêzên rahênanê ji bo artêşa Iraqê li nava Iraqê bimînin.
Sedir dibêje heger hêzên biyanî rêkeftina Iraqê ya stratejîk ligel wan binpê bikin wê demê ewê biryara êrîşê beramberî wan bistînin û wan bikin armanc.