Sibat 23, 2021 09:57 Asia/Tehran
  • Piştî êrişa hewayî li Daqûqa Kerkûkê termê 7 terorîstên DAIŞê hatin dîtin

Piştî bombebarana hêzên hevpeyman li sînorê Daqûq a ser bi Kerkûkê termê 7 çekdarên DAIŞê hatin dîtin.

Îro 22.02.2021ê balefirên hêzên hevpeyman binkeyên terorîstên DAIŞê yên li sînorê bajarokê Daqûq a li başûrê Kerkûkê bombebaran kirin û piştî bombebaranê jî termê 7 çekdarên DAIŞê hatin dîtin.

Derbarê êrîşa hêzên hevpeyman û dîtina termên çekdarên DAIŞê de qaymeqamê qeza Daqûqê Luyis Xizir ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro ji aliyê hêzên esmaniya hêzên hevpeyman ve navçeya Şebîhe ya li sînorê qeza Daqûqê hate bombebaran kirin. Cîhên bûn armanca êrîşê ji aliyê terorîstên DAIŞê ve wek cîhên manê dihatin bikaranîn.’’

Qaymeqamê Daqûqê ragehand: ‘’Di bombebaranê de destpêkê 2 terorîstên DAIŞê hatin kuştin, piştre jî termê 5 terorîstên din aşkera bûn. Bi giştî 7 terorîstên DAIŞê hatine kuştin û sedemê kuştina wan jî bombebarana balafirên hêzên iraqî û hevpeyman e.’’

Serepeyv