NATO dixwaze hêza xwe li Iraqê zêde bike, lê Parlemana Iraqê neraziye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i324222-nato_dixwaze_hêza_xwe_li_iraqê_zêde_bike_lê_parlemana_iraqê_neraziye
Sekreterê Giştî yê NATO’yê diyar kir ew ê hêzên xwe yên li Iraqê zêdetir bikin. Komisyona Ewlehî û Parastinê ya Parlemana Iraqê jî diyar kir ku ew qebûl nakin leşkerên din ên biyanî derbasî Iraqê bibin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 19, 2021 05:13 Asia/Tehran
  • NATO dixwaze hêza xwe li Iraqê zêde bike, lê Parlemana Iraqê neraziye

Sekreterê Giştî yê NATO’yê diyar kir ew ê hêzên xwe yên li Iraqê zêdetir bikin. Komisyona Ewlehî û Parastinê ya Parlemana Iraqê jî diyar kir ku ew qebûl nakin leşkerên din ên biyanî derbasî Iraqê bibin.

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg diyar kir ew ê di çarçoveya perwerdekirin û bihêzkirina leşkerên Iraqê de, hejmara hêzên xwe yên li Iraqê ji 400 leşkerî bigihînin 4 hezar leşkeran.

Stoltenberg îşaret bi wê yekê jî kir ku ew ê rêzê ji serweriya Iraqê re bigrin û hemû karên xwe bi hemahengiya Hikûmeta Iraqê bikin.

Li ser vê daxuyaniya Sekreterê NATO’yê, Endamê Komîsyona Ewlehî û Parastinê ya Parlemana Iraqê Bedir Ziyadî li ser navê komisyonê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Ziyadî diyar kir ew wek Komîsyona Ewlehî û Parastinê, pêwîstiya Iraqê bi hêza zêdetir a biyanî nabînin. Ji bona wê ew qebûl nakin NATO hêza xwe li Iraqê zêdetir bike.

Her wiha Bedir Ziyadî destnîşan kir ger her hêzek bêy hemahengiya tam a li gel hikûmeta Iraqê hêza xwe li Iraqê zêde bike, ew ê wek komisyon di derbarê serokwezîr de lêpirsînê bikin.