Wezîrê karên derve yê Iraqê dê were Îranê
Sibat 02, 2021 17:39 Asia/Tehran
Wezîrê karên derve yê Iraqê sibe anku Çarşemî tevî hatina bo Têhranê dê digel Wezîrê karên derve yê Îranê bicive.
Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê dê sibe paşnîvro mazûvanê Fuad Husên, Wezîrê karên derve yê Iraqê be.
Sefera Wezîrê karên derve yê Iraqê rojekê piştî bidawîbûna sefera Cênîn Hênîs Plasçart (Jeanine Hennis-Plasschaert), Nûnera sekreterê giştî yê NY li karên Iraqê bo Têhranê dê pêk were.