Li Iraqê operesyoneke leşkerî li dijî DAIŞ'ê dest pê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i323708-li_iraqê_operesyoneke_leşkerî_li_dijî_daiŞ'ê_dest_pê_kir
Hêzên Iraqê ragihand ku opresyona "Şêrên Cizîrê " li dijî DAIŞ'ê ji çolistana El-Enbar heta sînorê Sûriyê dest pê kiriye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 01, 2021 13:26 Asia/Tehran
  • Li Iraqê operesyoneke leşkerî li dijî DAIŞ'ê dest pê kir

Hêzên Iraqê ragihand ku opresyona "Şêrên Cizîrê " li dijî DAIŞ'ê ji çolistana El-Enbar heta sînorê Sûriyê dest pê kiriye.

Nivîsgeha Çapemeniyê ya Ewlehiya Iraqê bi daxuyaniyekê got: “Operasyona Şêrên Cizîrê bi rêveberiya Fermandariya Operasyonên Hevbeş dest pê kir da ku çolistana Cizîrê ya bakurê parêzgeha El-Enbar, başûrê Nînewa û rojavayê Selahaddînê heta sînorê navneteweyî bi Sûriyê re, paqij bikin.”

Di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku fermandariyên oparesyonê yên Cizîr, Selahaddîn û rojavayê Nînewayê beşdarî operasyonê dibin.

Di vê navberê de Dayira Polîsê Nînewa şeva borî di daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên polîs karîn ku terorîsteke DAIŞê li devera Heyb El-wehde li aliyê çep ê çemê Diclê li Mûsilê bigire û terorîstekî din jî li devera Mûsil El-Cedîd bigire. 

Erkana Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê jî diyar kir ku 3 veşargehên DAIŞê li devera Telkane ya çiyayê El-Ghere ya Kerkûkê ji nav biben di nav van veşargehan de gelek cil û kinc û xwarek û motor sîkletek hatin dîtin.