Du teqîn li navenda Bexdayê qewimîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i323398-du_teqîn_li_navenda_bexdayê_qewimîn
Çavkaniyên medyayî qala qewimîna du teqînan li Bexdayê kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 21, 2021 10:56 Asia/Tehran
  • Du teqîn li navenda Bexdayê qewimîn

Çavkaniyên medyayî qala qewimîna du teqînan li Bexdayê kirin.

Kanala El-Cezîreyê îro Pêncşemî ragihand: Du teqîn li meydana Teyranê li navenda Bexdayê qewimîne.

Kanala El-Nucebayê jî qala qewimîna teqîneke xwekujiyê li navçeya Bab El-Şerqî kiriye.

Sûrmiyê jî ragihand ku ji ber teqîna li Bab El-Şerqiyê pênc kes hatine kuştin û heft kes birîndar bûne.

Çavkaniyeke ewlehiyê hejmara goriyên vê teqînê 12 kuştî û 20 birîndar daye zanîn.