Mistefa Kazimî li gel berpirsên Heşda Şebî civiya
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i323204-mistefa_kazimî_li_gel_berpirsên_heşda_Şebî_civiya
Piştî ku Amerîkayê berpirsên payebilind ên Heşda Şebî xist nava lîsta cezayan, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li Bexdayê li gel berpirsên Heşda Şebî civiya.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 15, 2021 05:11 Asia/Tehran
  • Mistefa Kazimî li gel berpirsên Heşda Şebî civiya

Piştî ku Amerîkayê berpirsên payebilind ên Heşda Şebî xist nava lîsta cezayan, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li Bexdayê li gel berpirsên Heşda Şebî civiya.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di saetên êvarê de li Bexdayê serdana Desteya Heşda Şebî kir. Di civînê de Serokê Desteya Heşda Şebî Felah Feyaz û çend berpirsekî din ên Heşda Şebî amade bûn. Têkildarî naverok û armanca serdanê heta niha ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Ev seredana Kazimî piştî wê yekê ye ku pêr Amerîkayê Fermandarê Giştî yê Heşda Şebî Ebdulezîz Mihemedawî xistibû nava lîsta cezayan. Ji beriya çend rojan jî Serokê Desteya Heşda Şebî Felah Feyaz xistibû nava lîsta kesên were cezakirin.