Iraq rojane 10 milyon lître benzînê dê ji derve bikre
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i322918-iraq_rojane_10_milyon_lître_benzînê_dê_ji_derve_bikre
Herçend Iraq dewlemendê neftê be jî, lê hikûmeta Iraqê hewl dide rojane 10 milyon lîtreyên benzînê ji derve bikre.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 05, 2021 19:17 Asia/Tehran
  • Iraq rojane 10 milyon lître benzînê dê ji derve bikre

Herçend Iraq dewlemendê neftê be jî, lê hikûmeta Iraqê hewl dide rojane 10 milyon lîtreyên benzînê ji derve bikre.

Îro 05.01.2021ê wekîlê wezareta neftê Hamid Zewbeî ji rojnama fermî ya Iraqê Sebah re ragehand, ew benzîna ku dixwazin bikirin bo bikaranîna navxwe ye.

Hamid Zewbeî ragehand, kirîna 10 mîlyon lîtreyên benzînê rojane ji derve yek ji planên wezaretê yên îsal in, ji ber Iraq di nav xwe de rojane pêwîstiya wê bi 24 milyon lîtreyên benzînê heye.

Ew plana wezareta nefta Iraqê di demekî de ye ku ew welate yek ji hilberîner û henardeyê serekî yê nefta cîhanê ye.