Li Iraqê karwanekî Hevpeymaniya Navneteweyî hate hedefgirtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i322596-li_iraqê_karwanekî_hevpeymaniya_navneteweyî_hate_hedefgirtin
Kesên nenas karwanekî girêdayî hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîkayê li bajarê Semawa yê Iraqê kirin hedef.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 26, 2020 06:06 Asia/Tehran
  • Li Iraqê karwanekî Hevpeymaniya Navneteweyî hate hedefgirtin

Kesên nenas karwanekî girêdayî hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîkayê li bajarê Semawa yê Iraqê kirin hedef.

Malpera Sumeriyê News a Iraqê ragihand ku mayinek li kêleka riya navdewletî li bajarê Semawayê hatibû çandin, di dema derbasbûna karwanekî lojîstîk ê Hevpeymaniya Navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîkayê de teqiya.

Çavkaniyan ji Sumeriyê News re wiha got: “Di teqînê de kuştî û birîndar çênebûn, lê zirarên madî çêbûn.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku balyozxana Amerîkayê li Herêma Kesk a Bexdayê roja yekşemê bi 3 moşekan hatibû hedefgirtin û tenê zirarên madî lê ketin.