Li Mexmûr teqîn: Bav û 2 kurên xwe jiyana xwe ji dest dan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i320646-li_mexmûr_teqîn_bav_û_2_kurên_xwe_jiyana_xwe_ji_dest_dan
Li navçeya Mexmûr a ser bi Mûsilê di encama teqîna bombeyekê de bav û 2 kurên xwe jiyana xwe ji dest dan û kesek din jî birîndar bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 21, 2020 19:49 Asia/Tehran
  • Li Mexmûr teqîn: Bav û 2 kurên xwe jiyana xwe ji dest dan

Li navçeya Mexmûr a ser bi Mûsilê di encama teqîna bombeyekê de bav û 2 kurên xwe jiyana xwe ji dest dan û kesek din jî birîndar bû.

Li gundê Xerbanî Qerac a ser bi Mexmûrê îro danê sibehê dama ku bav û 2 kurên xwe diçûn nava zeviyên xwe de bombeyek bi wesayîta wan ve teqiya. Di encamê de bav û herdu kurên xwe jiyana xwe ji dest dan.

Hêzên Ewlehiya Mexmûrê ragihand ku ji ber heman teqînê kesek din ê di nava heman wesayîtê de bû bi giranî birîndar bû.

Derbarê bûyerê de lêkolînê destpê kir û polîsên federal gihîştin cihê teqînê.

Di 16’ê Cotmeha 2017’an de Mexmûr kete destê Artêşa Iraqê de û hêzên pêşmerge ku ji 2003’yan ve têde bûn jê vekişiyan.