Cotmeh 21, 2020 23:19 Asia/Tehran
  • Li Mexmûr teqîn: Bav û 2 kurên xwe jiyana xwe ji dest dan

Li navçeya Mexmûr a ser bi Mûsilê di encama teqîna bombeyekê de bav û 2 kurên xwe jiyana xwe ji dest dan û kesek din jî birîndar bû.

Li gundê Xerbanî Qerac a ser bi Mexmûrê îro danê sibehê dama ku bav û 2 kurên xwe diçûn nava zeviyên xwe de bombeyek bi wesayîta wan ve teqiya. Di encamê de bav û herdu kurên xwe jiyana xwe ji dest dan.

Hêzên Ewlehiya Mexmûrê ragihand ku ji ber heman teqînê kesek din ê di nava heman wesayîtê de bû bi giranî birîndar bû.

Derbarê bûyerê de lêkolînê destpê kir û polîsên federal gihîştin cihê teqînê.

Di 16’ê Cotmeha 2017’an de Mexmûr kete destê Artêşa Iraqê de û hêzên pêşmerge ku ji 2003’yan ve têde bûn jê vekişiyan.

Serepeyv