Berdevkê Mistefa Kazimî: Erka vê hikûmetê amadekarî ye bo hilbijardtina parlemanê
Çirî 13, 2020 19:11 Asia/Tehran
Îro roja sêşemê 13.10.2020an Berdevkê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, Ehmed Mula Telal ragihand erka niha ya hikûmeta demkî ya Iraqê amadekarî û rêk û pêkirina rewşa hilbijardinên Parlemana Iraqê ye.
Ehmed Mula Telal di kongreyeke rojnemevanî de behsa karê hikûmeta Mistefa Kazimî kir û da zanîn armanca sereke ya hikûmetê sazkirina rewçeke guncaw e bo hilbijartina parlemana Iraqê di sala nû de.
Mula Tellal tekez jî kir hikûmeta Mistefa Kazimî hewl dide atmosfereke siyaseteke rast û durist li Iraqê saz bike.
Cihê behsê ye hikûmeta Iraqê planeke çaksaziyê bi navê "kaxeza spî" ragihandiye û bo Parlemana Iraqê şandiye.
Serepeyv