Karmendekî NY li Kerkûkê hat kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i319896-karmendekî_ny_li_kerkûkê_hat_kuştin
Li bajarê Kerkûkê, karmendekî NY bi kêran hat kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 27, 2020 12:20 Asia/Tehran
  • Karmendekî NY li Kerkûkê hat kuştin

Li bajarê Kerkûkê, karmendekî NY bi kêran hat kuştin.

Efserekî polîs li Kerkûkê bi navê Xalib Elî ji BasNewsê re got, şeva borî karmendekî ofîsa NY li Kerkûkê ku nojdar û xelkê Fîlîpînê bû, di nav hemamê de bi kêran hatiye kuştin.

Wî efserî her wiha got, heta niha nayê zanîn çima û ji aliyê kê ve hatiye kuştin, ji ber wê jî me dest bi lêkolîn û lêpirsînê kiriye.

Navê wî kesê ku hatiye kuştin, Dr. Ronald Santos e. Sala 1975 li Fîlîpîn ji dayîk bûye.

Ofîsa NY ya Kerkûkê, nêzîkî balafirgehê ye.