Îlon 09, 2020 23:21 Asia/Tehran
  • Amerîkayê zêde ji 2 hezar hêzên din ji Iraqê derxistin

Rêveberiya Amerîkayê biryar da ku vê hejmara leşkerên xwe yên li Iraqê ji 5200’an daxîne 3 hezar leşkeran.

Serokê Fermandariya Leşkerî ya Rojhilata Navîn a Amerîkayê  General Kenneth McKenzie li Bexdayê bi daxuyaniyekê ragihand: “Amerîka di çaçova koordînasyon û şêwirmendiya bi hevkarên xwe re yên wekî hikumeta Iraq û hêzên Koalîsyonê biryar daye ku di nava meha Îlonê hêza xwe yên leşkerî yên li Iraqê  ji 5200 kesî daxîne 3000 kesan.”

Tê pêşbînîkirin ku serokomarê Amerîkayê Donald Trump derbarê kêmkirina hejmara leşkerên xwe yên li Iraqê de tê roja Çarşemê daxuyaniyekê bide.

Meha bihorî Trump di dema hevdîtinê ya bi Serokwezîrê Iraqê Mustefa Elkazimî de niyetê xwe yê vekêşandina hêzên leşkerî yên li Iraqê danîbû holê.

Hêzên Smerîkayê ji dawiya sala 2011’an û heya niha ji Iraqê vekêşiyaye lê piştî çend salan di bin navê têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê careke din hêz şandiye.

Serepeyv