24 çeteyên DAIŞê li Iraqê hatin girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i319301-24_çeteyên_daiŞê_li_iraqê_hatin_girtin
Wezareta karên hundir a Iraqê qala girtina 24 çeteyên DAIŞê li parêzgeha Nêynewayê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 05, 2020 16:14 Asia/Tehran
  • 24 çeteyên DAIŞê li Iraqê hatin girtin

Wezareta karên hundir a Iraqê qala girtina 24 çeteyên DAIŞê li parêzgeha Nêynewayê kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Wezareta karên hundir a Iraqê îro Şemiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên istixbaratî bi hevkariya Rêveberiya Istixbarata Nêynewayê operasiyoneke berfireh jibo girtina çeteyên DAIŞê destpê kirin.

Di vê daxuyaniyê da hatiye; Pênc kes ji girtiyên DAIŞê li Nêynewayê, ji serçeteyên vê koma têrorîst in.

Di lêpirsînên seretayî da çete li xwe mukur hatine ku endamê DAIŞê ne û di çend operasiyonên têrorîstî dijî hêzên ewlehiyê û welatiyên iraqî di dema serdestiya têrorîstan li parêzgeha Nêynewayê da beşdarî kirine.

Parêzgeha Nêynewayê ya bakurê Iraqê ji navendên sereke yên çalakiya çeteyên DAIŞê ye.