Di du teqînên li Iraqê da 6 kes hatin kuştin û birîndar bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i318872-di_du_teqînên_li_iraqê_da_6_kes_hatin_kuştin_û_birîndar_bûn
Ji ber du teqînan li rojhilat û bakurê Iraqê, şeş kes ji hêzên artêş û Saziya şerê dijî Têrorîsmê ya vî welatî hatin kuştin an birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 22, 2020 06:06 Asia/Tehran
  • Di du teqînên li Iraqê da 6 kes hatin kuştin û birîndar bûn

Ji ber du teqînan li rojhilat û bakurê Iraqê, şeş kes ji hêzên artêş û Saziya şerê dijî Têrorîsmê ya vî welatî hatin kuştin an birîndar bûn.

Li gorî rapora Baghdad Al Yawmê, Êvara Îniyê dema derbasbûna geşta artêşa Iraqê ji şaristana Miqdadiyê li parêzgeha Diyaleyê li rojhilata vî welatî, bombeyek li kêleka cadeyê teqîya bû sebeba birîndarbûna sê hêzên çekdar ên Iraqê.

Roja Îniyê jî ji ber teqînekê li parêzgeha Selahedînê li bakurê Bexdayê efserekî iraqî hat kuştin û du kes birîndar bûn.

Çalakiya bermahiyên DAIŞî li navçeyên cûrbecûr ên Iraqê ji wan parêzgehên Diyale û Selahedînê di mehên dawî da zêde bûye.