Serokomarê Iraqê pêgirî li ser pêwîstiya lidarxistina Hilbijartina zûdem a Parlimanê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i318199-serokomarê_iraqê_pêgirî_li_ser_pêwîstiya_lidarxistina_hilbijartina_zûdem_a_parlimanê_kir
Serokomarê Iraqê li ser pêwîstiya lidarxistina Hilbijartina zûdem a Parlimanê li vî welatî pêgirî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 31, 2020 14:22 Asia/Tehran
  • Serokomarê Iraqê pêgirî li ser pêwîstiya lidarxistina Hilbijartina zûdem a Parlimanê kir

Serokomarê Iraqê li ser pêwîstiya lidarxistina Hilbijartina zûdem a Parlimanê li vî welatî pêgirî kir.

Li gorî rapora malpera Melûmeyê, Berhem Salih, Serokomarê Iraqê di axaftinekê da bi boneya Cejna Qurbanê, got: Sekinîna li hemberî kêşeyên pêşberî welêt bi saya hevkarî, hevgirtin û yekîtiya hewildanan pêkan e.

Berhem Salih tevî pêgiriya li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan zûdem a Parlimanê, got: Lidarxistina Hilbijartina zûdem û bidestxistina baweriya dubare ya gişt welatiyên iraqî bi misogerkirina dadmendane ya mafên hilbijartinê yên gelê Iraqê xwestekek e ku nikare were paşvekişandin.

Li gorî vê raporê, yek ji mijarên sereke û girîng ên partî û komên siyasî yên Iraqê lidarxistina hilbijartina zûdem a Parlimanî ye ku dewleta Mistefa Kazimî divê rewşê jibo wê amade bike.