Kanûn 04, 2019 13:40 Asia/Tehran
  • Berhem Salih ji bo diyarkirina serokwezîr hate erkdar kirin

Serokê parlemana Iraqê wezîfeya diyarkirina kesekî ji bo serokwezirtiya Iraqê, da serokkomarê Iraqê Berhem Salih. Li gorî vê yekê pêwîst e serokkomarê Iraqê di nava 15 rojan de kesekî ji bo serokwezirtiyê diyar bike.

Serokê parlemana Iraqê Mihemed Helbusî diyarkir ku divê serokkomarê Iraqê li gorî madeya 76’an a destûra bingehîn a Iraqê, di nava 15 rojan de namzedek ji bo cihê serokwezîrê berê yê Iraqê Adil Ebdulmehdî diyar bike.

Madeya 76 ya destûra bingehîn a Iraqê dibêje, pêwîst e serokkomarê Iraqê di nava 15 rojan de kesek ji fraksiyona herî mezin ya nava parlemanê de, ji bo pêkanîna kabîneya nû erkdar bike. Divê kesê hatiye erkdarkirin di nava 30 rojan de hikûmetê ava bike. 

Ger kesê hatî diyarkirin nekaribe di wê demê de hikumetê pêkbîne, serokkomarê Iraqê divê kesek din ji bo pêkanîna hikumetê erkdar bike. Ger kesê dûyem jî nekarî, wê kesek din jî ji aliyê serokkomarê Iraqê ve were diyarkirin.

Gelê Iraqê ji roja yekê Cotmehê li hemberî gendeliya aborî, bêkarî û kêmbûna xizmetkariya gelêrî li gelek bajarên Iraqê bi taybet ên başûr û Bexdayê xwenîşandanên berfire li dar xistin, herçend ku ev xwenîşandan ji ber mudaxileya biyaniyan rastî şidet û aloziyan hat, lê belê aqubet serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî roja şemiya borî neçar ma îstîfayê bike û roja yekşemê jî meclisa Iraqê îstîfaya wî pejirand.