Her sê Serokatîyên Iraqê: Em dijî bikaranîna çekan û tundîyê jibo belavkirina xwenîşanderan in
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i310169-her_sê_serokatîyên_iraqê_em_dijî_bikaranîna_çekan_û_tundîyê_jibo_belavkirina_xwenîşanderan_in
Her sê Serokatîyên Iraqê û Serokê Civata Dadwerîyê civîyan û di daxûyanîyekê piştî civînê da ragihandin ku ew bikaranîna çekan û tundîyê jibo belavkirina xwenîşanderan qebûl nakin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 10, 2019 14:00 Asia/Tehran
  • Her sê Serokatîyên Iraqê: Em dijî bikaranîna çekan û tundîyê jibo belavkirina xwenîşanderan in

Her sê Serokatîyên Iraqê û Serokê Civata Dadwerîyê civîyan û di daxûyanîyekê piştî civînê da ragihandin ku ew bikaranîna çekan û tundîyê jibo belavkirina xwenîşanderan qebûl nakin.

Îro Serokomar, Serokwezîr û Serokê Parlemana Iraqê digel Serokê Dezgeha Dadwerîyê li Koşoka Selamê li Bexdayê bi merema hilkolandina rewşa emnî û xwenîşandanên li wî welatî civîyan. 

Di daxûyanîya piştî civînê de hatîye: Xwenîşandana biaştî ya welatîyên iraqî ligorî isûlên destûr û qanûnê ye û ew xwenîşandan bingeha şoreşa çaksazîyê û sekinîna himberî gendelîyê ne.

Di pişkeek din a wê daxûyanîyê de hatîye: Nabe hêzên ewlehîyê himberî xwenîşanderan bisekinin û hîç rêbazeke emnî jibo bidawîanîna xwenîşandanan nayê qebûlkirinê.

Her Serokan soz dan ku kesên şîdet bikar anîne, li dadgehan werin muhakimekirinê.

Berhem Salih, Adil Ebdulmhedî, Mihemed Helbûsî û Fayiq Zêydan pêgirî kirin ku karê sereke yê wan serrastkirina qanûna hilbijartinên Iraqê bi şêwazekê ye ku bikaribin hilbijartineke pak û şefaf lidar bixin.