Serokwezîrê Iraqê û Nunera Taybet a Sêkrêtêrê NY alûgurên Iraqê hilkolandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i308205-serokwezîrê_iraqê_û_nunera_taybet_a_sêkrêtêrê_ny_alûgurên_iraqê_hilkolandin
Serokwezîrê Iraqê û Nunera Taybet a Sêkrêtêrê NY alûgurên Iraqê û rola di halê bihêzbûnê de ya wî welatî li cîhana Ereban û herêmê de hilkolandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 12, 2019 13:04 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Iraqê û Nunera Taybet a Sêkrêtêrê NY alûgurên Iraqê hilkolandin

Serokwezîrê Iraqê û Nunera Taybet a Sêkrêtêrê NY alûgurên Iraqê û rola di halê bihêzbûnê de ya wî welatî li cîhana Ereban û herêmê de hilkolandin.

Ligorî daxûyanîya Nivîsgeha Serokwezîrtîya Iraqê, Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî li şarê Bexdayê ji Nunera Taybet a Sêkrêtêrê NY û Seroka Desteya Alîkarîyê ya wê sazîyê li Iraqê (UNAMI) pêşwazî kir.

Ligorî wê daxûyanîyê, Adil Ebdulmehdî û Cênîn Hênîs Plasxartê di wê hevdîtinê de hevkarîya Iraqê û NY û alûgurên erênî yên vî welatî di warên ewlehî, aborî, planên dewleta Iraqê jibo pêşxistina pişkên aborî û avedankirinê, xurtkirina istiqrarê, karên mirovdostane û meseleyên têkildarî awareyan hilkolandin.

Serokwezîrê Iraqê û Nunera Taybet a Sêkrêtêrê NY herwiha bala xwe dan ser rola di halê bihêzbûnê de ya wî welatî li cîhana Ereban û herêmê û rapora vê dawîyê ya Desteya Alîkarîyê ya NY li Iraqê (UNAMI) hilkolandin ku têda pêgirî ser rola erênî û piştgirîya ji sîyasetên dewleta fêdêral di çarçova xurtkirina ewlehî, istiqrar û serdestîya qanûnê hatîye kirinê.