Parlimanterekî iraqî: Bexda ne pêbendê boykota Emerîkayê ya dijî Îranê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i304160-parlimanterekî_iraqî_bexda_ne_pêbendê_boykota_emerîkayê_ya_dijî_Îranê_ye
Endamê Komîsyona Peywedniyên Derve ya Parlemana Iraqê got: Peywendiyên dîrokî û cuxrafiyayî yên Îran û Iraqê pêwîst dike ku Bexda ser boykotên Waşengtonê li dijî Têhranê pêbend nebe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 09, 2019 13:45 Asia/Tehran
  • Parlimanterekî iraqî: Bexda ne pêbendê boykota Emerîkayê ya dijî Îranê ye

Endamê Komîsyona Peywedniyên Derve ya Parlemana Iraqê got: Peywendiyên dîrokî û cuxrafiyayî yên Îran û Iraqê pêwîst dike ku Bexda ser boykotên Waşengtonê li dijî Têhranê pêbend nebe.

 Neîm El-Ebûdî endamê kmîsyona  peywedniyên  derve yê parlemana Iraqê li gotûbêja bi Rûsiya Elê-Yewmê re got: zext û zora  Emerîkayê ser dewleta Iraqê li bara  hevrêtiya  bi botkotan li dijî Îranê  qet nayê qebûlkirin û Bexda divê bi qawet li bara  bûyer û alûgurên navçê biryarê bide.

  El- Ebûdî destnîşan kir: Iraq welatekî bi hêz e û dikare  li bûyerên siyasî rola xwe hebe.

  Hesen Salim, nûnerê hevalbendiya Fathê li parlemana Iraqê jî li gotûbêja bi malpera nûçan a El-Melûmê re got: Helwesta dewleta  Iraqê diyar e û ev welata ser boykotên Emerîkayê li dijî Îranê nasekine

 Nûnerê parlemana  Iraqê sefera vê dawiyê ya  Mayk Pompêo wezîrê karên derve yê Emerîkayê bo Bexdayê wek amûrekê bo zext û zora ser Iraqê da zanîn û teqez kir: Ev hewldan dê işkestê bixwen û  Iraq dê nebe beşek ji siyasetên  rezîl ên Emerîkayê li dijî welatên  navçê.

Serokwezîr û serokkomarê Iraqê xitabî wezîrê karên derev yê Emerîkayê teqez kirin: Bexda dê xurtkirina  hevkarî û hevaltiya  bi hemî  hevalan û cîranên  xwe ji wan bi Îranê re bidomîne.