Emar Hekîm: Iraqê dê nebe meqerek bo êrişa ser welatên din
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i304157-emar_hekîm_iraqê_dê_nebe_meqerek_bo_êrişa_ser_welatên_din
Serokê Hevalbendiya Avedankirinê ya Iraqê raghand: Iraq dê tu carî nebe meqerek bona destdirêjiya ser welatên din.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 09, 2019 13:35 Asia/Tehran
  • Emar Hekîm: Iraqê dê nebe meqerek bo êrişa ser welatên din

Serokê Hevalbendiya Avedankirinê ya Iraqê raghand: Iraq dê tu carî nebe meqerek bona destdirêjiya ser welatên din.

Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya IRIB News`ê, Emar El-Hekîm serokê Hevalbendiya Avedankirinê ya Iraqê li hevdîtina Dêyvîd Saterfîld, Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Emerîkayê di Karûbarên Rojhilata Nêzîk li Bexdayê de ser bêalîbûna Iraqê û serbixwetiya  vî welatî li biryardayînê teqez kir.

 Li gorî vê raporê, serokê hevalbendiya  avedankirinê ya Iraqê û alîkarê wezîrê karên derve yê Emerîkayê li bara rewşa siyasî ya Iraqê û navçê û peywedniyên dualî yên  Bexda-Waşengtonê gotûbêj kirin.

Serokê hevalbendiya  avedankirinê ya Iraqê  bal kişand  ser siyaseta  hevkariya Iraqê li hember welatên navçê û cîhanê û hewldana cidî bona pêkanîna  peywendiyên  hevseng li gor berjewendiyên  hevpar, ser girîngiya  dûrbûna ji aloziyan û  xwedûrkirina ji dûhatên wê yên bi talûke û  daxwaza gotûbêja giştalî bona çareserkirina  pirgirêkên navçê kir.