13 têrorîstên DAIŞê di operasiyona hêzên iraqî da hatin kuştin
Çavkaniyên iraqî ragihandin ku di du operasionên El Cezîre û Selahedîn, 13 têrorîstên xwekuj ên DAIŞê hatin kuştin.
Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya Tasnim Newsê, Hêzên ewlehiyê yên operasiyona Cezîreyê ragihandin ku di vê operasiyonê da hêzên iraqî ji sê aliyan va karîn ku 17 veşartîgehên ku têde kemberên teqînê, hejmareke bombeyan, heft erebe û 10 motorsîkletên têrorîstan hebûn, biteqînin.
Hêzên ewlehiyê di operasiyona Selahedîn a Iraqê jî bi piştevaniya firokeyên şêrr ên artêşê, Rojavaya Tekrîtê paqij kirin û 11 kemberên teqînê û 16 bombe û hejmareke mûşek û alavên têkillîgirtinê yên têrorîstan ji nav birin.
Ji aliyê din va, hêzên iraqî operasiyoneke nû li dijî bermahiyên DAIŞê li bajarê Mûsilê li parêzgeha Nênewayê li bakurê Iraqê cih anîn û karîn ku endamekî di bin şopandinê yê DAIŞê bigirin.