Netanyahu: Terorkirina serokên filistînî hedefa me ya sereke ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i304074-netanyahu_terorkirina_serokên_filistînî_hedefa_me_ya_sereke_ye
Serokwezîrê Rejîma Îsrayîl Benyamîn Netanyahu duh ragihand ku ev rejîma cardin siyaseta terorkirina serokên filistînî dişopîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 07, 2019 09:14 Asia/Tehran
  • Netanyahu: Terorkirina serokên filistînî hedefa me ya sereke ye

Serokwezîrê Rejîma Îsrayîl Benyamîn Netanyahu duh ragihand ku ev rejîma cardin siyaseta terorkirina serokên filistînî dişopîne.

Malpera Maa Newsê ya Filistînê ragihand ku serokwezîrê Rejîma Siyonîstî  Benyamîn Netanyahu duh li rûniştina kabîneya siyasî-Ewlehiyê ya vê rejîmê ragihand ku Îsraîl ji bo serkutkirin û têkdana şervanên filistînî divê siyaseta xwe ya terorkirina serokên wan bi cidî bişopîne.

Netanyahu got: Tevî agirbesê li Xezayê hîn şer û pevçûn li vê navçê bi dawî nebûye û me dil heye êrişên xwe zêde bikin.

Serokwezîrê Rejîma Siyonîstî herwiha  destûr daye hêz û topxana vê rejîmê ku ji bo şêr tam amade bibin.

Di vê navberê de çavkaniyên siyonîstî jî ragihandin ku heke di navbera vê rejîmê û Hemasê lihevkirin pêk neyê wê bi zûtî şer û êriş despê bibin.