Sibê sêşemiyê, destpêka meha Remezanê li Iraqê
Nivîsgeha ayetullah Seyd Elî Sîstanî, merceyê bilindqedr ê Iraqê sibê sêşem wek yekê meha bimbarek a Remezanê li vî welatî raghand.
Nivîsgeha ayetullah Seyd Elî Sîstanî, merceyê bilindqedr ê Iraqê bi daxûyaniyekê destnîşan kir: Ji ber ku hîn îsbat nebûye ku hîv yekşemiyê şevê hatiye dîtin, duşem dawîn roja meha Şeibanê û sibê sêşem heftê Gulana 2019`an yekim roja meha Remezana sala 1440 a Koçî-Hîvî ye.
Pêştir Dîwana Weqfê ya Suneyên Iraqê îro duşem wek yekim roja meha Remezana sala 1440 a Koçî- Heyvî raghandibû.
Hin welatên îslamî ji wan Kuweyt, Behreyn, Îmarat, Qeter, Libnan, Lîbya, Efxanistan û Malizya îro wek destpêka meha pîroz a Remezanê raghandin.
Misilmanên welatên Çîn, Awistralya û Niyûzîlend jî roja duşem yanê îro wek yekim roja meha pîroz a Remezanê rojî bûn.
Li Îran û Pakistanê jî mîna Iraqê roja sêşemiyê dê destpêka meha pîroz a Remezanê be.