Iraqê karwanê dawî yê F-16`an ji Amerîkayê wergirt
Wezareta Berevanîyê ya Iraqê ragihand ku vî welatî karwanê dawî yê firokeyên şêrr ên corê F-16 ji Amerîkayê wergirt.
Wezareta Berevaniyê ya Iraqê bi beyannameyekê ragihand ku di çarçoveya girêbesta navbera Iraq û Amerîkayê de, 5 firokeyên F-16 ên Amerîkî gehiştine Baregeha Esmanî ya Beledê.
Wezareta Berevaniyê ya Iraqê amaje bi wê yekê kirîye ku ev karwanê dawî ye di çarçoveya wê girêbestê de .
Fermandeyê Hêza Hewayî yê Iraqê Sipehbod Enwer Heme Emîn jî di merasima wergirtina wî karwanî de got: Hêza Esmanî ya Iraqê jî di warê şer, perwerde û rahênanê de pêşketineke baş bidest xistiye.
Girêbesta navbera Iraq û Amerîkayê di sala 2011ê de hatibû kirin û 36 firokeyên F-16 li xwe digirtin, Amerîkayê yekem firokeya F-16 di meha Tîrmeha sala 2014`an de radestî Iraqê kiribû.