Girtina sîxorê ku bûye sebeba îdamkirina 40 kesan li Mûsilê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i303900-girtina_sîxorê_ku_bûye_sebeba_îdamkirina_40_kesan_li_mûsilê
Saziya istixbaratî ya eskerî ya Iraqê sîxorekî terorîstên DAIŞ`ê girt ku ji ber agehdariyên wî terorîstan 40 kes îdam kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 01, 2019 15:10 Asia/Tehran
  • Girtina sîxorê ku bûye sebeba îdamkirina 40 kesan li Mûsilê

Saziya istixbaratî ya eskerî ya Iraqê sîxorekî terorîstên DAIŞ`ê girt ku ji ber agehdariyên wî terorîstan 40 kes îdam kirin.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Saiya istixbaratî ya eskerî ya Iraqê li daxûyaniyekê ragihand: Grûpek ji qumandên operasiyona Nêynewayê karîn sîxorekî terorîstên DAIŞ`ê bigrin ku ji bo van terorîstan kar dikir û ji ber agehdariyên wî terorîstan 40 kes ji xelkê Mûsilê îdam bûne.

Saiya istixbaratî ya eskerî ya Iraqê li dewama vê daxûyaniyê ragihand: Vî sîxorî agehdariya van malbatên ku ji ber zolma terorîstên DAIŞ`ê revîbûne dane ber destê terorîstan û paşê terorîstên DAIŞ`ê 40 kes ji van welatiyên Mûsilê girtibûn û îdam kiribûn.

Belavbûna gotinên Ebûbekr Bexdadî serkirdeyê terorîstên DAIŞ`ê piştî 5 salan dîsa pirsên zav li bara pilanên hêtimalî yên ku ev grûpa terorîstî li nav axa Sûriyê û Iraqê pêk anîn yên wekî Amerîkayê xistine rojevê.