Iraq û Almanyayê rêketinameyek di warê ceryanê e wajo kirin
Yekem berhema civîna Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel îmzekirina rêkeftinekê di navbera kompaniyeke Almanî û hikûmeta Iraqê de bû ji bo çêkirin û pêşvebirina sektora elektrîka Iraqê bi qasî 14 milyar dolaran.
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî duh li Berlînê ji aliyê Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê ve bi merasîmeke leşkerî hat pêşwazîkirin.
Adil Ebdulmehdî di civîna rojnamevanîyê ya hevpar digel Merkelê li Berlînê da got: Opêrasyonên têrorîstî li cîhanê kêm bûne û Iraqê rola xwe di vî warî de hebûye.
Wî got ku Iraqê karî hemî partîyan li axa xwe kom bike û niha Bexdayê peywendîyên baş bi hemî welatên cîhanê re hene.
Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê jî di vê civîna rojnamevanîyê de got: Sîyaseta nika ya Iraqê di çarçova berjewendîyên her kesî da ye û Alman pêgirîyê ser serwerî û yekperçetîya axa vî welatî dike.
Wê herwiha pêgirî ser pêbendîya Berlînê li pişkdarîya di jinûve-avakirina Iraqê û perwerdekirina hêzên wê de kir.
Serokwezîrê Iraqê herwiha pêgirî kir: Şirketa Siemens a almanî xwedîyê wan mercan e ku daxwaza herîzêde bayê 14 milyard dolarî li proja binesazîya ceryana Iraqê de bike û bigire destê xwe û Koma Endazyarîya Almanê jî derfeteke baş jibo bidestxistina pirranîya peymanên di vê projê da heye.