Hilkolandina rewşa serêxwegirtina ticareta 20 milyar dularî di navbera Îran û Iraqê de
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i303831-hilkolandina_rewşa_serêxwegirtina_ticareta_20_milyar_dularî_di_navbera_Îran_û_iraqê_de
Şêwirmendê bazirganiya Îranê li Iraqê û rêveberê peywendiyên derve yê Wezareta Ticaretê ya Iraqê, rewşa serêxwegirtina danûstandina ticarî ya Têhran û Bexdayê ya bi qasî 20 milyar dularî di salê de hilkolandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 29, 2019 14:54 Asia/Tehran
  • Hilkolandina rewşa serêxwegirtina ticareta 20 milyar dularî di navbera Îran û Iraqê de

Şêwirmendê bazirganiya Îranê li Iraqê û rêveberê peywendiyên derve yê Wezareta Ticaretê ya Iraqê, rewşa serêxwegirtina danûstandina ticarî ya Têhran û Bexdayê ya bi qasî 20 milyar dularî di salê de hilkolandin.

Nasir Bêhzad, Şêwirmendê bazirganiya Îranê li Iraqê li hevdîtina Adil El-Mesûdî, alîkarê pilebilind ê wezîrê ticareta Iraqê got: Hêsankirina lêgerîn û kivşkirina lêvegereke alternatîv bo şandina  kelûmelên Îranê bo Iraqê, hevkariya dualî li nîşangehan, mêhweriyeta odeya bazirganiyê li zêdekirina danûstaninên  taximên ticarî û berçavgirtina tranzîtê ji wan mijaran in ku biryar e hûrgiliyên wê li komîta hevpar a Îran û Iraqê were nîşqakirin.

 Adil El-Mesûdî jî li vê hevdîtinê ser amaetiya tam a Wezareta  Ticareta Iraqê bo her cure hevkariya bona berfirehkirina berjewendiyên  her du welatan û  behre wergirtina ji zirûfên heyî bo zêdekirina  danûstaninên ticarî yên Îran û Iraqê teqez kir.

Li gorî vê raporê, komîta hevpar a bazirganiyê yên her du welatan bi berpirsiyariya Rêxistina berfirehkirina  ticareta Îranê û aliyê iraqî bi zûtirkê dê pêk were û hevhatinên  cihanîna wê bona pejirandin û raghandinê li komîsyona  bilind a  hevpar a  aborî yên her du welatan dê werin hilêxistin.

 Asta danûstanên ticarî yên Îran û Iraqê niha 12 milyar dolar di salê da ye.