Mijdar 17, 2016 17:46 Asia/Tehran
  • Bexdayê haje hevhatina Barzanî û Emerîkayê li bara navçên  azadbûyî ji aliyê pêşmergan nîne

Nivîsgeha serokwezîriya Iraqê ragihand hevhatina navbera dewleta navendî û Herêma Kurdistana Iraqê li bara azadkirina Neynewayê neguheriye.

Li gorî rapora Someriye Newsê, nivîsgeha  Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li daxûyaniyekê got: Hêzên me yên leheng serketin û pêşdeçûnên xwe li hemî mêhwerên  pevçûnê li operasyona ``Qadimûn ya Neynewayê`` jibo azadkirina  wî ji destê DAIŞ`ê didomînin.

 Li vê daxûyaniyê hatiye ku hevhatina  navbera dewleta federal a Bexdayê û Herêma Kurdistana Iraqê li bara azadkirina  Neynewayê hîn neguheriye bi curekê ku  hêzên pêşmerge li kêleka hêzên eskerî yên federal jibo azadkirina  Neynewayê ji destê terorîstên DAIŞ`ê şêr dikin.

 Nivîsgeha Heyder Ebadî got : Ev hevhatina  xaleke eşkere  derheq paşdevekişyana pêşmergên kurd ji navçên azadbûyî piştî azadkirina  Mûsilê ser navçên xwe yên berê ye ku beriya destpêbûna  operasyona  azadkirinê têde bûn.

 Li vê daxûyaniyê hatiye ku tu hevhatinek  ser navçên ku pêşmergên kurd li dewra dewletên berê têde bûn û hin ji wan beriya destpêbûna operasyona Mûsilê azad bûn cih nehatiye.

Nivîsgeha  Heyder Ebadî got: Me haje hevhatina navbera Barzanî û aliyê emerîkî li bara  anvçên ku pêşmergan  azad kirine  tine.

 Vê nivîsgehê got : Rêçara yekalî li bara navçên bikêşe dê gelek pirsgirêkan pêk bîne.

 Nivîsgeha  dewleta Iraqê destnîşan kir: Hevhatina  tev pêşmergan li bara  hizûra berwext a wan li van navçana  ye û divê dosiya navçên kêşeliser li gor qanûna  bingehîn  were çareserkirin. Pêşmerge li gorî ehvhatina dewleta Bexdayê û Herêmê ji hin navçên  azadbûyî derketine.

 Pêştir Mesûd Barzanî serokê Herêam Kurdistana Iraqê li bara  hevhatina  tev Emerîkayê li bara  hizûra  hêzên pêşmergên kurd li bereya berevaniyê ya beriya  destpêbûna  operasyona  azadkirina  Mûsilê agahî da û tekez  kir ku  herêm ti carî dev  ji mafê serbixwetiay xwe bernade.