Qonaxa nû ya operasyona azadkirina Mûsilê destpê bû
Wezareta berevaniyê ya Iraqê ragihand ku qonaxa dudiyan a operasyonê ji mêhwera bakur li çarçowa operasyona eskerî ya niha jibo azadkirina bajarê Mûsilê ji destê DAIŞ`ê destpê bû.
Wezareta berevaniyê ya Iraqê ragihand ku Yekînên artêşa Iraqê li mêhwera bakurê Mûsdilê îro cihanîna qonaxa dudiyan a operasyona xwe ser navê Qadimûn ya Neynewayê destpê kirin. Ev qonaxa bi pêşdeçûna ber bi bajarê Telkîfê li derdora bakurê Mûsilê li rojhilata çemê Dîcleyê ye ku bajarê bi du beşan par ve dike.
Çavkaniyeke ewlehiyê li operasyona azadkirina Neynewayê ji ajansa nûçan a Waê re got : Artêşa Iraqê derbasî du taxên Sedam û Koykîzê ji yekem taxên ser bi Mûsilê piştî revîn û şikesta terorîstan bûne.
Her wiha hêzên iarqî hin gund û anvçên ser bi Mûsilê azad kirin.
Heşdê Şebî li daxûyaniyekê ragihand: Hêzên Heşdê sê gund li çarçêva operasyona mêhwera rojava û başûrê rojava Mûsilê azad kirin ku du gundên îmamzade El-Hemze û girê Sîxanê li rojava Mûsilê û gundê Zeîziyê li başûrê rojava Mûsilê bû.
Her wiha hêzên yekîna 16an li mêhwera bakur gundên Necmûm, Til El-Yabes li bakurê Neynewayê û Tebreq Tehraqê Delawiyê rojhilata û gundê Bezwaya li mêhwera rojhilata Mûsilê azad kirin.
Rêxistian rawestana li ber terorîzmê ragihand: Hêzên iarqî bajarê Bizwaya azad kirine û alay Iraqê ser esmnaê avahiyên wê bilind kirin. Gundê Bizwayayê Mûsilê ji bajarê Bertelê cida dike.
Rayedarekî xwecî jî got: DAIŞê xelkê bajarê Hemam El-Elîlê neçar kiriye ku ber bi Mûsilê ve herin.
Her wiha hêzên iarqî li mêhwera bakur ber bi bajarê Teklîfê pênc gund azad kirin û bipêşdeçûna ber bi perava çepê a Mûsilê destpê bû.
Li vê daxûyaniya kurt de hatiye: Ji siet 6:30 deyqan a siba îro hêzên rawestana li ber terorîzmê û sê leşkirên peya , zirihî û mikanîze ya artêşa Iraqê ji sê mêhweran ber bi peravê çepê bajarê Mûsilê ve meşiyane.
Fermandê operasyona hevpara artêşa Iraqê ragihandibû ku hêzên iarqaî zêde ji 80 navçe û gund li derdora Mûsilê ji destê DAIŞê azad kirin û 772 endamên DAIŞê ji 17 Cotmehê ve hatibûn kuştin.
Çavkaniyên xwecî li parzêgeha Neynewayê li bara teqîneke giran li cihê lidarxistina civîna serkirdeyên DAIŞê li navenda bajarê Mûsilê agahî dan.
Çavkaniyeke xwecî li parzêgeha Neynewayê ragihand: Teqîneke giran vê sibê li cihê civîna nepenî ya serkirdên DAIŞê li navça El-Sercexanê li navenda bajarê Mûsilê dan ber êrişan lê hegera wê hîn kivş nebûye.
Ceyş El-Esrê ji gurdanên taybet ê grûpa DAIŞê pêk hatiye û rasterast tev Ebûbekir Bexdadî serkirdê vê grûpê peywendiya wê heye.