Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî sîyasetên giştî yê hilbijartinan ragihandin
Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî di çaçrova cihanîna xala 110 a destûra bingehîn da, sîyasetên giştî yên hilbijartinan ku bi dû rawêjkarîya ligel civata kifşkirina berjewendîyên Nizama Îranê hatine kifşkirinê, ragihandin.
Li gorî rapora malpera ragihandinê ya nivîsgeha rêberê qedirgiran ê Inqilaba Islamî, hezretê ayetulah uzma Xaminêyî îro belgeya sîyasetên giştî yên hilbijartinan ku ji 18 xalan pêk tê, ragihand serokên meclis, kabîne, dadwerî û civata kifşkirina xêr û kara Nizama Îranê.
Li xaleke vê ragihandinê hatîye: Kifşkirina cihên dengwergirtinê yên meclisa şêwra islamî û civatên islamî yên gund û bajêran divê ser bingeha nifûsê û pêwîstîyên bêveger û bi awayekî dadmendane û naskirina berbijaran ji hêla gel va be.
Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî ya Îranê herwiha li ser qedexeya xwetêkilkirina hêzên çekdar, dezgehên sêyalî (wezaretxane û sazîyên girêdayî wan), dezgehên îstixbaratî, lêzanîn û ewlehîyê, sazî û şîrketên dewletê û sazîyên giştî nav bereyên sîyasî, hilbijartinê û piştgirîya ji berbijaran sekinî.
Di vê belgeya ragihandinê da hatîye: Birêxistina hilbijartinên serokomartî, meclisa şêwra islamî, meclisa şarezayên rêbirîyê û konseyên islamî yên gund û bajêran li ustîyê wezareta karên hundur û bin çavdêrîya desteya kargêrî û ya navendî ya hilbijartinan bi serokatîya wezîrê karên hundur be ku pêkhateya vê desteyê û erkên wê û herwiha pêkhate û erkên desteyên kargêr ên parêzgeh û bajêran jî li gorî qanûnê kifş dibin.