Li Şengalê çi diqewime
Hevçaxî şîdet peydakirina operasiyona azadkirina Mûsilê û zêdebûna hêviyên ji bo azadiya vî bajarî ji destê terorîstên DAIŞ`ê, ji aliyê dinve rikeberiyên bona zêdebûna desthilata ser bakûra Iraqê ketiye nav qunaxekî nû û grûpên kurdî pê nêhrînên curbicur dixebitin desthilata xwe zêdetir bikin ku eva bûye sebeba alozî, şer û pevçûnên nû dinavbera grûpên kurd li derûdora Şengalê.
Li gorî çavkaniyên herêmî duh îniyê danê sibê pêşmergeyên roj ku ser bi Partiyê ne û li eslê xwe ji pêşmergeyên rojava yanî yên kurdên Sûriyê ne ,xwestibûn bikevin Xanesorê li nîzikiya Sinûnê ku tev Sûriyê hevsînore, lê hêzên YBŞê yan yekîneyên berevaniya Şengalê pîşiya wan girtin û ber bi wan gulle reşandin ku di encamê de pevçûn derket.
500 Hêzên pêşmergeyên roj ser fermana wezareta pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê bo vê navçê hatibûne şandin ta ku vê navçê bêxin destê xwe lê herwisa ku pêşbînî dihate kirin, rastî berxwedana hêzên berevaniya Şengalê yan YBŞ`ê hatin.
Wisa ku tê gotin hêzên pêşmergeyên Roj ji aliyê partiya Mesûd Barzanî têne perwerde kirin bona ku li hemberî Partiya Yeketiya Demokratîka Sûriyê yan PYD û aliyên ser bi PKK raweste.
Li gorî zanyariyan di encama şer û pevçûnê de 4 peşmergeyên Roj birîndar bûne û şervanekî YBŞê jî jiyana xwe ji dest daye.
Her li vê barê da komîta derveyî ya Kunseya Rêberiya PKK li daxûyaniyekê ragihand ku êrişa Pêşmergeyên Roj ser Şengalê û hêzên YBŞ`ê pilanek ji aliyê dewleta Tirkiyê daye zanîn û ragihand ku Êrişa ser Şengalê pilanek bû ku Barzanî li sefera xwe ya vê dûmahîkê bo Tirkiyê û hevdîtina tev Erdogan organîze kiribû û wezîrê karên derve yê Tirkiyê jî li gotinên xwe îşareyî vê operasiyonê kiribû.
Her li vê barê ajansa nûçan a Kurd Press`ê ji zarê ajansa Anatoliya Tirkiyê eşkera kir ku li hevdîtina Barzanî tev Erdogan her du aliyan biryara êrişa ser hêzên ser bi PKK li nav axa Iraqê girtibûn ku qirar bû ev êrişa gor qanûna navxwe ya Iraqê pêk were û Enqere jî piştevaniya Barzanî bike.
Rojnama Hurriyeta Tirkiyê jî nivîsî ku Mewûd Çawûşoglu wezîrê karên derve yê Tirkiyê duh îniyê li baara şer û pevçûna dinavbera hêzên ser bi Partî û hêzên ser bi PKK li Şengalê gotibû, Êrişa ser hêzên pêşmerge nayê qebûlkirin û dewleta Enqerê ji Herêma Kurdistana Iraqê û hêzên pêşmerge piştevaniyê dike.
Tirkiyê bicaran xwestibû ku Hewlêr pîşiya hêzên YBŞ`ê ku ser bi PKK ne bigre û hema eva ku Tirkiyê eskerên xwe jî li navenda eskerî ya Beşîqê li bakûra Iraqê bicih kiribûn jî hema bona sekinîna li hemberî hêzên YBŞ`ê bûye.
Ji aliyê dinve Niçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistana Iraqê ragihandibû ku bila Yekîneyên Berevaniya Şengalê ji navça Şengalê derkevin ji ber ku şer û pevçûna dinavbera du hêzên kurdî ser xêra kurdan nîne.
Piştî ku şerê dinavbera YBŞ`ê û hêzên pêşmergeyên roj bo sêsaetan hate rawestandin û gotûbêjên dinavbera du aliyan bona çareserkirina vê kirîzê destpê bûn, bingehên nîzikî her du aliyan ragihandine ku van gotûbêjan tu encamek xwe tunebûye.
Eva li halekê ye ku gorî daxuyaniya Fermandarekî Pêşmergeyên Roj, armanca wan tenê ev yek e ku ji bo parastina sînor li wan navçeyan bicih bibin û tu armanceke wan ji bo rûbirûbûna bi tu hêzekê din tune.
Ji aliyê din ve Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şingalê di daxuyaniya xwe de ragihand ku wan daxwaz ji Peşmergeyan kiriye ku ji Şingalê derkevin piştî ku bersiva ‘na' dane êriş pêk anîne. Wekî din ji xeyrî çûna 500 Pêşmergeyî ji Pêşmergeyên Şingalê jî hêza piştgir hat şandin.