May 08, 2023 16:15 Asia/Tehran
  • Piraniya rûniştiyên parêzgehên kurdnişîn ên Tirkiyê dengê xwe didin Kiliçdaroglû

Encamên rapirsiya nû nîşan dide Kemal Kiliçdaroglû, hevrikê herî serek yê serokkomarê niha yê Tirkiyê di hilbijartinên dahatî ji partiya Hevalebndiya Gel, muhtemel e zêdetirî sedî 66 dengên sê parêzgehên piranî kurdnişîn li deverên rojhilat bi dest bîne.

 

 Ew rapirsîna ku ji aliyê Rawestê va li 21 heta 29 Nîsan li parêzghên Amed, Mêrdîn, Ûrfa û Wanê bi beşdariya 59 79 kesan cih hatiye û encamên wê jî roja yekşemiyê hat weşandin, nîşan dide di roja hilbijartina serokkomariya Tirkiyê de,  zêdetirî  sedî 66 ê xelkê yê dengê xwe bidin Kemal kiliçdaroglû, hevrikê Erdogan û ev amara li navçeyên kurdnişîn ên Tirkiyê mîna  Amed û Ûrfayê muhtemel e pir zêdetir be. 

  Di hilbijartinên serokkomariya sala 2018an de, Selahedîn Demirtaş, hevrikê Erdogan ji partiya HDPyê  derdora sedî 50 yê dengan li navçeyên kurdnişîn li himber Erdogan bi dest xistibû. 

  Li gor nûçeyeke din, derbarê hilbijartinên Tirkiyê, şaredarê Istembolê û dijberê Erdogan di mîtîngeke hilbijartinê li rojhilata Tirkiyê ket ber êriaş bi keviran. 

 Ekrem Îmamoglû ji  CHP û şaredarê Stenbolê di halekî de ku di mîtîngeke hilbijartinê li bajarê Erzeromê diaxivî, ket ber êrişa kevirên kesên nenas. 

  Receb Teyib Erdogan, berbijarê din ê hilbiajrtina serokkkomariya Tirkiyê jî ku van rojana rastî gelek zexta hatiye di mîtînga xwe ya hilbijartinê bereberê hilbiajrtinên 14 Gulanê, Kemal Kiliçdaroglû, rênberê opozîsyonê û serok CHPyê, mest da zanîn û got: Kiliçdaroglû dikare herçiqasî ku dixweze vexwe lê gelê yê desthilata welêt nedin destê elkoliyekî. 

  Hevgav Ehmed Turk, siyasetvanê bi nav û deng ê kurdên Tirkiyê got: Em hêvî dikin piştî hilbijartinên seranserî li Tirkiyê, siyasetên dijî kurdan ên hikûmetê bi dawî bibin û aşitî û aramî li Tirkiyê pêk were. 

 Ehmed Turk di mîtînga hilbiajrtinê li bajarê  Gazîantepê siyasetên şerxwaziyê û dijî kurdan ên hikûmeta Tirkiyê ku ev 40 sal in dijî kurdan cih tên di 14 Gulanê de yê bi dawî bibin. 

  Hevserookê HDPyê jî armanca hevrikiya hilbijartinê ya vê partiyê û patiya çepşop a kesk peydakirina rêçareyeke demokratîk bo çareserkirina meseleya kurdên Tirkiyê û cihhatina demokrasiyê li vî welatî da zanîn. 

 Mêdhet Sencer di mîtînga partiya Çepgir a Kesk li bajarê Êlihê, hevalbendiya serdest li Tirkiyê, hevalebndiya derew, cerdetî û talankeriyê  bi nav kir ku karê wê pêkanîna dijminatî û kîn û nefretê ye. 

 

Serepeyv