Hezîran 18, 2016 21:31 Asia/Tehran
  • Morsî dinav teybîrên ewlehiyê gihêşte dadgeha Qahirê

Serokoamrê wêdadayî yê Misrê dinav teybîrên ewlehiyê gihêşte dadgeha Qahirê.

Li gorî rapora IRIB News`ê, dadgeha cezayiya Qahirê îro anku şemiyê, 18`ê Hezîrana 2016`an, hikma tawanbarên dosyeya sîxoriya ji bo Qeterê ragihand ku ji ber wê Mihemed Mursî, serokoamrê wêdadayî yê Misrê carekê bo 15 sal zindaniyê û careke din bo zindana ebedê hat mehkûmkirn.

Vê dadgehê her viha şeş kes ji tawanbarên dosyeya sîxoriya ji bo Qeterê ji wan Ibrahîm Hilal û Ela Seblan, du nûçegihanên kanala têlêvîziyoniya El-Cezîrê bo îdamê mehkûm kirin.

Dozgerê Misrê idia dike ku Mursî li dewrana serokoamrtiya xwe belgeyên nepenî yên têkildarî ewlehiya neteweyiya Misrê radestî Qeterê kirine.

Dadgeha Misrê ji bilî Mursî, 10 tawanbarên vê dosyeyê mihakime kirin ku ew di warê Muharibe û Fesad Fi El-Erz (Fesadiya li erdê) da hatibûn tawanbarkirin.

Piştî dayîna vê hikmê taxima parêzerên Mursî û tawanabrên din ragihandiye ku wê nerazîtiya xwe li hemberî hikmên dadgehê ji wan hikmên îdamkirinê, nîşan bide.

Serokomarê wêddadayî yê Misrê heta niha li dosyeya kuştina neraziyan li hemberî Koşka El-Itihadiyê hikma 20 sal zindanê lê hatiye birrîn û li dosyeya revîna ji zindana Wadî Netrûnê jî hikma îdamê bo wî hatiye birrîn.