Cejna neteweyî ya avêtina sê setlaytên îranî
Kanûn 28, 2025 17:53 Asia/Tehran
Cejna neteweyî ya avêtina sê setlaytên îranî berêvara Yekşemiyê, 28ê Kanûna 2025an, bi amadebûna Seyîd Setar Haşimî Wezîrê Têkilîdanîn û Teknolojiya Zaniyariyan û hejmarek ji nûnerên Meclîsê li Navenda Perwerdeya Fikrî ya Zarok û Nûciwanan hat lidarxistin.
Sê setlaytên îranî yên bi navê Paya, Zefer-2 û Koser-1.5 roja Yekşemiyê saet di 16:48 da li gorî dema Tehranê bi mûşeka Setlathilgir a Sayuz-B2.1 ji Binkeya Fezayî ya Vestoçiniyê ya Rûsyayê bi fezayê hat avêtin.