Hezîran 08, 2025 14:24 Asia/Tehran
  • Gemiya Madlînê meleka rizgarkirinê ya zarokên birçî

Gemiya Madlîn, hilgira alîkariyên mirovdostane, bêyî ku guh bide pêhişyariyên Rejîma Siyonîst, sefereka mirovdostane lê metirsîdar ber bi avên Zîvala Xezzê ve destpê kiriye ta peyama hevgirtîbûn û hêviyê bigihîne xelkê zilimdîtî yê vê navçeyê.

Ev gemiya ku ji aliyê Komîteya Navneteweyî ya rakirina Dorpêça Zîvala Xezzeyê ve hatiye organîzekirin û di çarçoveya Hevpeymaniya Kompapûra Azadiyê de dixebite, rêwîtiya xwe ya ber bi ZÎvala Xezzeyê ve roja Yekşemê 1`ê Hezîrana 2025`an ji bendergehek li başûrê Îtalyayê destpê kir. Zêdetirî 200 endamên Parlimana Ewropayê hevgirtina xwe bi gemiyê re nîşan dan. Rejîma Siyonîst ragihand ku ew ê destûrê nede gemiya Madlînê bigihîje Xezzeyê û gef xwar ku ger pêwîst be dê zorê bide ser wan.

Serepeyv