Sûlava Latonê (Barz-Ow) li Astarayê
Li gorî rapora ISNA'yê, Sûlava Latonê ku di Zimanê Talişî da jê ra "Barz Ow" (Bilind Av) tê gotin, 15 kîlomitran dikeve başûrê Şaristana Astarayê û li gundê Kote Komeyê yê ser bi bajarê Levendêvîlê yê Parêzgeha Gîlanê ye.
Bilindahiya rêjeyî ya Sûlava Latonê 105 mitr e ku ji hêla bilindiyê va wek sûlava herî bilind a Îranê tê hesab. Ev sûlav hema bêje 6 kîlomitran dûrî Gundê Kote Komeyê ye. Li ser rêya Sûlava Latonê gundê qedîmî yê bi navê Asîwa Şiwan tê dîtin ku kes lê namîne. Di Zimanê Talişî da Asîw yanî Aş û Şiwan jî yanî rex çêm e. Li rex sûlavê daristaneke herî bedew û çirr a resen a Gîlanê ku gelek darên Alû, Behîv, Hirmî, Gwîz, Findiq û Sêva Bejî tê da hene, cih girtiye. Li hawîrdora sûlavê cihêrengiyek ji ajelên kedî û teba weke gur, beraz, hirç, jûjî, hesp, ga û hwd tê dîtin.
Serçaviya vê sûlavê bintarên rojhilatî yên Çiyayê Spînasê (Espîne) ye û ava wê diherike nav Çemê Lendevîlê ku ji heman çiyayî serçavî digire û di dawiyê da digihêje Deryaya Kaspiyenê.