Çile 05, 2025 16:19 Asia/Tehran
  • Tengava 'Tîyab'ê - Jîngeha balendeyên koçber

Xor an jî Tengava Tîyabê 30 kîlomitran dûrî bajarê Mînabê yê Parêzgeha Hormizganê û ser bi navçeya Kulahî û Sîrîkê li rojhilatê bajarê Bender-Ebasê ye. Dirêjahiya wê ji serçaviya sereke heta gihîştina wê li deryayê nêzikî 9 kîlomitran e. Ev navçeya parastî ji hêla berfirehiyê weke daristanên Herrayê yên Qêşmê ye.

Hêjayî gotinê ye, "Xor" bi wateya tengav hevwateya peyva "Bay" di zimanê Inglîzî da ji beşeke deryayê ra tê gotin ku derbasî hişkahiyê bûbe. Xor cihekî nîv-girtî yê avê û di rastiyê da kendaveke biçûk e.

 

Serepeyv